Şane şewitîn.. Mêşevanekî Dêrikê rastî ziyaneke mezin hat

Şane şewitîn.. Mêşevanekî Dêrikê rastî ziyaneke mezin hat

Welat TV - Hewlêr

Mêşevanekî ji gundewarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê, rastî ziyaneke mezin bi hezaran Dolar hat.

Jêderên xwecihî dane zanîn, di encama şewtandina paşmayên zeviyên çandiniyê de, 150 kewarên mêşên hingiv ên welatiyê bi navê Mihemed koçer, li gundê Kanî Mitirbê şewitîn.

Li gorî jêderan, şewitîna kewarên mêşan, ziyaneke darayî ya mezin (Derdora 18 hezar Dolarên Emerîkî) gihandiye Mihemed koçer.

Xwedîkirina mêşên hingiv li Rojavayê Kurdistanê rastî gelek astengiyan tê. Mêşevanekî ji welat TV re got, sirûşta navçeyê ya ne çiyayî û rijandina dermanan di werzê çandiniyê de, bandorê li berhem û cureya hingiv dike.

Di dema niha de, kîloya hingiv li navçeyê di navbera 150 hezar ta 300 hezar Lîyreyên Sûrî de, tê firotin.