HRW: Turkiyê grûpên Sûrî yên ku tawan encam dane xwedî dike
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Human Rights Watch ragihand ku Turkiyê hin grûpên çekdar ên Sûrî ku tawanên metirsîdar encam dane, xwedî dike.
Rêxistina Human Rights Watch da zanîn: Turkiyê bi piştevaniya xwe ji wan girûpan re, mijarên lêpirsîn û bicîkirina dadperweriyê li deverê paşguh dike.
HRW di raporta xwe de got: Turkiyê bi germî pêşwazî li du fermanderên du girûpan ji Artêşa Niştîmanî ya Sûrî di 17ê Tîrmehê de kir.
Wêneyên pêşwazîkirina wan ên ku ji aliyê ragihandina Turkî ve hatine belavkirin, nîşana xemsariya Turkiyê ji danîna sînorekî ji binpêkirinên ku li Bakurê Sûriyê encam didin.
Pêşwazî li fermadarên "Emşat" û "Hemzat" tê kirin
Rportê got jî: Serokê Partiya Tevgera Netewî ya Turkî Dewlet Behçelî hevparê serekî di hevpeymaniya piştevanê Hikûmeta Serokê Turkiyê Erdogan dike, her weha Ela El-Dîn Cakîcî serokê Mafiya du hevdîtinên cuda li gel Mihemed Casim (Ebû Emşa) û Seyf Ebû Bekir fermandarên Emşat û Hemzat encam dan.
Raportê pişt bi raporta Emerîka girêda û got: Her du grûpan binpêkirinên giran wek kuştin, revandin, eşkencekirin, tundûtujî, destdirêjî û desteserkirina mal û mulkên welatiyan tometbar kiribû.
Encamderên binpêkirinan nayên sizadan
Rêxistina Human Rights Watch tekez kir: Her du fermandar bi rihetî fermadariya girûpên xwe dikin û deverên di bin destê wan de li Bakurê Sûriyê ji derveyî yasayî ne û ne aram in. Sedema naramiya ji ber ku Turkiyê li deverên di bin destê wê de li Sûriyê encamderên binpêkirinan siza û dadgeh nake.
Emerîka "Emşat û Hemzat" siza dike
Ji ber binpêkirinên wan dermafên mirovan de li Efrînê, di Tebaxa 2023yan de, Wezareta Gencîneya Emerîkî siza li ser girûpên "Emşat" û "Hemzat" ên bi ser Artêşa Niştîmanî ya Sûrî ve sepandin.