Jiyan li kampên Şehabyê nemaye

Jiyan li kampên Şehabyê nemaye
Kampên Şehbayê li gundewarê Helebê

Welat TV – Hewlêr

Li kampên Şehbayê, yên koçberkiriyên Efrînê, li gundewarê Helebê, jiyana bi yekcarî nemaye, nişteciyên kampê ji ber dorpêça ku rêjîma Sûriyê sepandiye, dilnalin û dixwazin ji wê rewşê derkevin.

Nûçegîhanê me li kampê îro 13ê Berçileya 2023yan, eşker kir: "Ji çend mehan ve, dorpêç li ser kampan heye, ne mezot, ne elektirîk, ne, derman û ne xizmetguzarî hene, ew yek bandoreke xerab kiriye û şênî bêzar kirine".

Da zanîn: "Bêtir, çîna jin, zarok û welatiyên bitemen, nexasim yên nexweş, rastî ziyanê hatine, nexweşxane bê derman mane, navendên tendirustî bê xizmetguzarî mane, ji ber kelûpel derbas nabin".

Desteya Xwendin û Perwerdeyê ya bi ser rêveberiya PYDê, di 25ê Mijdara borî de daxuyaniyek belav kir, biryar da: "Ji ber dorpêça rêjîma Sûriyê 68 dibistan û peymangehan girtin, û 14 hezar û 500 xwendekar ji perwedeyê bepar bimînin".

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî ku du taxên bajarê Helebê ne, heman dorpêç li ser taxan heye, jiyana welatiyan pir zehmet bûye.

Di şerê navera Turkiyê û PYDê de sala 2018an, bi sedê hezaran ji şêniyên Efrînê, berev kampên Şehbayê çûn, ji Adara wê salê ve li wir dimînin, di rewşeke zehmet de dijîn.

Kampên Şehbayê, û her du taxên Eşrefiyê û Şêx Meqspûd, û 12 gundên Efrînê li navçeya Şêrawa di bin destê rêveberiya PYDê de ne.