Ziyan hene.. Agir bi çiyayê Hawarê ket
Welat TV - Hewlêr
Agirek bi çiyayê Hawarê li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ket û zaiyan hebûn.
Êvara borî agir bi çiyayê Hawarê li gundê Qirigolê li navçeya Bilbilê ket, piîştî 6 demjimêran ji aliyê welatiyan û tîmên vemirandina agir ên Dezgeha Berevaniya Sivîl ve hat vemirandin.
Di encama agir de, ziyaneke mezin gihişt darên merxan û yên çiyayî û dûmana agir bandoreke nerînî li ser xelkê gund bi taybetî zarok û kesên nexweş kir.
Di dema dawiyê de, agir bi çiyayên navçeyên Raco û Bilbilê jî ket û ziyanên mezin hatin tomarkirin.
Welatiyekî Efrînê beriya niha ji Welat TV re tekez kir: “Agir bi plan hatiye pêxistin û aliyên peywendîdar di vemirandinê de xemsar in”.