"Dadwerê Dilovan" tûşî şêrpenceyê bûye

Frank Kapriyo

Welat TV – Hewlêr

Frank Kapriyo, yek ji dadwerên cîhanî yên navdar e, tuşbûna xwe bi şêrpenceyê ragihand û ji hezkiriyên xwe xwest lava, niza û dûeyan jê re bikin.

Frank Kapriyo, di dema dawiyê de bi navê Dadwerê Mirovatiyê yan Dadwerê Dilovan, hatiye binavkirin, ji ber rastbêjî, rastgoyî û dadperweriya xwe li gel dozên ku jê re tên de bi kar tîne, û di serederiya xwe ya nerm û xweş navdar e.

Kapriyo, parêzer û dadwerê Emerîkî ye, li ser torên civakî navdar e, rûniştinên xwe bi tometbaran re parve dike, bi sedema dadperwerî û rastiya xwe karîbû, derbasî dilê bi milyonan bibe, gelek caran lêborînê ji kesên hejar û perîşan re derdixe.

Frank Kapriyo, di perçevîdiyoyekê de nexweşiya xwe ragihand û got: "Rojbûna min a 87an bû, tê de ez nerihet bûm, min hin pişkinîn ji xwe re çêkirin, derket ez nexweşim û bi şêrpenceyê me".

Got jî: "Ez niha li jêr çavdêriyê me, pizîşkên baş rewşa min dişopînin, ji Xwedê dixwazim ku çareseriyê ji min re bibînin, ji ber ku ez amada me şerê vê nexweşiyê bikim, û ez ê berxwedanê bikim".

Frank Kapriyo, ji hemûyan dixwaze, ku jê re bibin alîkar û dûa û lavayan bikin.