Aryen Selîmî xelata zêrîn a Olompiyadên Parîsê wergirt

Aryen Selîmî xelata zêrîn a Olompiyadên Parîsê wergirt

Welat TV - Hewlêr

Werzişvanekî Rojhilatê Kurdistanê xelata zêrîn a Taykwandoyê (80 KG) di lîstikên Olompîk de li Fransayê bi dest xist.

Werzeşvanê Rojhilatê Kurdistanê Aryen Selêmî duh di lîstika dawîn ya Taykwandoyê (80 KG) de pêşberî Caden Cunninghamê yê Berîtanî bû, Aryen 2-1 bi ser ket û bû palewanê Olompiyadên Paris 2024ê.

Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser tora civakî “X” pîrozbahiya Selîmî kir û hêvî kir ku sekeftinên wî berdewam bikin.

Beriya niha, Aryen Selêmî xelata zêrîn a lîstikên Asiya 2024ê bi dest xistibû.

Gera 33yan a lîstikên Olompîk li Fransayê 26ê Tîrmehê dest pê kir û îro bi dawî dibe. 10 hezar û 500 werzişvan û 206 Komîtên Olompîk ên Niştîmanî tê de beşdar bûn.