Zarokekî Kurd ê 13 salî li Helebê wenda bûye
Welat TV - Hewlêr
Zarokekî 13 salî li taxa Şêx Meqsûda Helebê ji çend rojan ve wenda ye û tu zanyarî li ser tune ne.
Çalakvanên Kurd ên li Helebê îro 11ê Tebaxê belav kirin: Hemîd Hemo Mislim ji 27ê Tîrmeha borî ve wenda ye, û malbata wî tu agahiyan li ser nizane.
Çalakvanan tekez kirin: Zarok ji taxa Şêx Meqsûda Rojava li gel malbata xwe niştecî ye û bi xwe ji bajarê Cindirêsê yê herêma Efrînê ye.
Malbat bang dike
Çalakvanan li ser zarê malbatê bang li hemû kesan kir: Her kesek zanyariyekê bi dest bixe peywendî bi hejmarê re bike: 00963988605647
Taxa Şêx Meqsûd ji taxên Helebê ye piraniya nişteciyên wê Kurdên Efrînê ne, ew tax li gel beşek ji taxa Eşrefiyê di bin destê "Rêveberiya Xweser" a PYDê de ye.