Malbateke Kurd banga eşkerekirina çarenivîsa keça xwe dike
Welat TV - Hewlêr
Malbata ciwaneke 19 salî bang li aliyên peywendîdar û berpirs kir ku keça wan vegerînin.
Henîfe Hemo Mislim keçeke 19 salî ye ji taxa Şêx Meqsûda Helebê niştecî ye.
Malbata Henîfe Mislim îro 12 Tebaxa 2024an taybet ji Welat TV re got: Ji Gulana borî ve keça me li taxa Şêx Meqsûda Helebê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve bo leşkeriya neçarî hatiye revandin.
Malbatê tekez kir: Keça me nexweş e û rewşa wê ne baş e, ji sê mehan ve em hewl didin cihê wê nas bikin lê me tu encam bi dest nexistine.
*Malbat banga vegerandina wê dike
Malbatê di rêya Welat TV re bang li rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên mafperwerî û aliyên peywendîdar kir ku keça wan vegerînin.
Henîfe Hemo Mislim ji bajarê Cindirêsê yê herêma Efrînê ye, li taxa Şêx Meqsûda Helebê li gel malbata xwe dijî.
*Birayekî wê wenda ye
Ji bilî Henîfe, birayê wê yê bi navê Hemîdê 13 salî ji 15 rojan ve wenda ye û malbatê bi fermî dengê xwe gihand hemû aliyan ku çarenivîsa wî diyar bikin.
Taxa Şêx Meqsûd ji taxên Helebê ye piraniya nişteciyên wê Kurdên Efrînê ne, ew tax li gel beşek ji taxa Eşrefiyê di bin destê "Rêveberiya Xweser" a PYDê de ye.