Dergehê Ebû Zindên di navbera rêjîm û opozisyonê de hat vekirin
Welat TV - Hewlêr
Dergehê Ebû Zindên di navbera deverên rêjîm û Oposizyona Sûrî de li bajarê Babê yê gundewarê Helebê hate vekirin.
Jêderên xwecihî îro da zanîn ku hejmarek barhilgir ji deverên Oposizyona Sûrî bi rêya dergehê Ebû Zindên derbasî deverên rêjîmê bûn.
Çalakvanan nerazîbûna xwe li ser torên civakî nîşan da û amaje kir ku ev yek dikeve xizmeta rêjîma Sûrî.
26ê Hezîranê jî, Encûmena xwecihî ya bajarê Babê vekirina dergehê li ser rûpela xwe ragihand û got: Dê dergehê Ebû Zindên bo heyama 48 demjimêran weke têst vebe, da ku bibe dergehê fermî yê bazirganiyê.
*Nerazîbûn derketin
Piştî daxuyaniya Xwecihiya Babê, mangirtin li ser rêya dergehê bi rê ve çûn, welatiyan konek vedan da ku rê li çûna barhilgiran bigirin.
Li gorî çavdêran, ”Vekirina dergehê Ebû Zindên piştî 4 salan ji giirtinê yek ji encamên hewlên asayîkirina peywendiyan di navbera rêjîma Sûrî û Turkiyê de ye û dê bikeve xizmeta aboriya rêjîmê”.