"Emşat" 200 darên zeytûnan ji kokê ve hil kirin
Welat TV – Hewlêr
Bi mebesta encamdana projeyên taybet bi xwe, Li navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên Emşat 200 darên zeytûnan ji kokê ve hil kirin û 3 malên kurdan rûxandin.
Nûçegîhanê me li Efrînê hin zanyarî ji navçeya Şiyê bi dest xistin: "Ji 2 salan ve çekdarên Emşat, derdora donimekê ji zeviyên kurdan desteser kir, da ku nexweşxaneyekê ava bike, lê niha diyar bû ku avahiya damezrandiye, kiriye baregeha leşkerî".
Da zanîn: "Ji çend rojan ve 200 darên din ên kurdan birîn û 3 mal rûxandin, da ku heman projeyê mezin bike, û ji xwe re sûdê jê werbigire".
Li aliyekî din çalakvanê ereb Ehmed Berho, li ser rûpela xwe ya fermî di "Facebook" de dîmenên birîna daran parve kir û got: "Li bajarokê Meydankê, yê bi ser navçeya Şera ve, darên dadwerekî kurd hatine birîn, û rastî ziyaneke mezin hatine".
Berho got jî: "Temenê daran digihe 100 salî jî, bi rastî tawaneke rûreş e, divê sînorek were danîn".
Herêma Efrînê di bin destê Turkiyê û çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya bi ser "Hikûmeta Sûriya Demkî"de ye, komên wê artêşê ji xwe bajar, navçe û gundên Efrînê parve kirine, Emşat yek ji wan koman e, navçeya Şiyê, û navenda navçeya Mabeta û hin gundên bi ser ve ji xwe re biriye.