"Emşat" bacên nû li ser şêniyên Kurd li Efrînê sepandin

Welat TV - Hewlêr

Grûpa "Sultan Silêman Şah" bacên nû li ser şêniyên Kurd li Efrînê sepandin.

Bac li ser her du navçeyên Şiyê û Mabeta yên Efrînê hatin sepandin û ji 4 curan pêk tê.

Jêderên xwecihî taybet ji Welat TV re gotin: Pereyên ku hatine sepandin bi vî awayî ne:

*100 dolar li ser her malekê

*200 dolar li ser xwediyên dukanan

*300 dolar li ser xwediyên bîrên avê

*500 lîreyên Turkî li ser her dareke gûzan

Lêdana welatiyan

Jêderan tekez kirin: Her yek ji Omer Bîlal) Bekir Dîkele ji gundê Qermitliq rastî lêdana tund hatin ji ber nikarîbûn bacê bidin. Her weha Ehmed Betal û Mihemed Betal reviyane.

"Pere ji bo Xezayê ne" 

Jêderan diyar kirin: Bi behaneyên komkirina alîkariyan ji Xezayê re ev curên nû ji bacan hatine sepandin, û her kesê ku bacê nede dê rastî lêdan û eşkenceyê were.

ji sala 2018an ve navçeya Şiyê û gundên wê di destê grûpa "Sultan Silêman Şah" de ne ku grûpeke "Artêşa Niştîmanî" ya opozisyona Sûrî ye.