Ziyan madî bûn.. Agir bi mala welatiyekî Kobaniyê li Hewlêrê ket
Welat TV - Hewlêr
Agir bi mala penaberekî Rojavayê Kurdistanê li Hewlêra paytexata Herêma Kurdistanê ket, ziyan madî bûn.
Sebeha îro agir bi kargeheke kelûpelên malan li taxa Kurdistan li Hewlêrê ket, pişt re derbasî mala Ibrahîm Derwîş a li qatê ser kargehê bû.
Piştî zêdetirî çar demjimêran agir ji aliyê tîmên vemirandina agir ve hate kontirolkirin û ziyanên madî hebûn.
*Mal bi temamî şewitî
Derwîş ji Welat TV re got: “Cîranê min telefone min kir û got agir bi mala te ketiye, ez yekser hatim, polîs û tîmên vemirandina agir hebûn, agir ji demjimêr 8:30 sibehê ta 12:30 – 1 berdewam bû û mala min bi temamî şewitî”.
Ibrahîm Derwîş da zanî ku xwediyê kargeha li bin mala wî zarokên wî ji agir rizgar kirin û rewşa wan a tendirustî baş e.
Derwîş amaje kir ku polîs lêkolînan di sedmên pêketina agir de dikine.
Ibrahîm Derwîş xelkê bajarê Kobaniyê ye beriya çenda salan ji ber rewşa ewlehî û aborî ya xirab penaberî Herêma Kurdistanê bû.