Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê girtina nivîskarekî şermezar kir

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê girtina nivîskarekî şermezar kir

Welat TV - Hewlêr

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê girtina nivîskar Rêber Ehmed şermezar kir û banga serbestberdan wî kir.

Yekîtiyê di daxuyaniyekê de îro 23yê Tebaxa 2024an got: Nivîskarê Kurd Rêber Fewzî Ehmed, kurê gundê Hisê yê navçeya Mabeta ya Efrînê, piştî ku ji Herêma Kurdistanê vegeriya ji aliyê grûpên çekdar ve hat girtin.

Da zanîn: Nivîskar Rêber xwediyê pirtûka Tembûra Xemgîn e ya ku sala 2007an hatiye çapkirin, her weha demeke dirêj weke mamoste jî li dibistanên devera Til Koçer kar kiriye, û mirovekî xwediyê rewişt û sincên bilind e.

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê girtina Ehmed ji aliyê "Grûpên çekdar ve ên ku kar li ser valakirina deverê ji Kurdan dikin, şermezar kir".

Yekîtiyê banga serbestberdan wî kir xwest ku bi nivîskar Rêber Ehmed re piştevan bin û got "Divê dawî bi binpêkirinên li Efrînê were û şêniyên wê bi serbestî vegerin ser cî û warên xwe her weha çekdar serederiya xwe ya weke dîlên şer bi Kurdên wê deverê re nekin, ji ber ku Kurd xwediyê xaka Efrînê ne".