Kenala Cristiano Ronaldo di 48 demjimêran de zêdetir ji 30 milyon şopêneran bi xwe ve girt

Welat TV - Hewlêr

Lîstikvanê navdar ê Portogalî Cristiano Ronaldo weke her car hejmarên herî bilind bi dest dixe, vê care jî li ser platforma youtubê.

Hejmara şopînerên kenala wî ya fermî li yotubê tenê di yek rojê de ji vekirnê gihişt 10 milyon şopêneran.

Bi vê yekê Ronaldo dibe yek ji kesayetên herî bi bandor li ser yotubê.

UR CRISTIANO navê kenala Ronaldo ye, tenê di 48 demjimêran de zêdetir ji 30 milyon şopêneran bi xwe ve girt.

Ronaldo weke yek ji werzişvanên herî şopandî li ser platformên torên civakî hat hijmartin.

Ji bilî youtubê, Ronaldo di instagram de jî lîstikvanê herî zêde tê şopandin, ku zêdetirî 636 milyon kes wî dişopînin.

Bi van destkeftiyan, Cristiano Ronaldo carek din navê xwe weke yek ji werzişvanên herî navdar ên dîrokî, li lîstgeh û li derveyî wê jî tomar dike.