Esed ji bo vegerandina peywendiyan: Daxwaza me Turkiyê ji xaka me vekişe lê ne merc e

Welat TV - Hewlêr 

Serokê rêjîma Sûrî îro li pêş endamên perlemanê gotarek pêşkêş kir.

Derbarê mijara dubare destpêkirina peywendiyan li gel Turkiyê Esed got: Daxwaza me ew e ku Turkiyê ji xaka me vekişe lê ne şert û merc e.

Esed ragihand: Bi cidiyet û li gorî prensîp û berjewendiya welatê xwe, me serederî li gel destpêşxeriya vegeranidna peywendiyan li gel Turkiyê kiriye ku her yek ji Rûsiya, Îran û Iraqê destpêşxer bûn.

Ji 5 salan ve hevdîtin tên encamdan

Da zanîn: Ji beriya 5 salan ve hin hevdîtin li ser astên cuda hatin encamdan lê negihiştin tu encamekê û her sal ziyanên her du welatan zêdetir dibûn.

Diyar kir: Dubare destpêkirina peywendiyan piştî vekişan û tunekirina terorê di berjewendiya hevbeş ji her du welatan cîran re ne, lê tu carî em nagihin encaman bê ku em li sedeman venegerin.

Esed bal kişand ser wê yekê jî: Em siyaseta xwe naguherin, me di 13 sal û nîvan hewl da em cudahiyan bixin navbera Turkiyê weke gelekî cîran û siyaset û niyazên berpirsên wî welatî wate em ne desema guhertina ku niha çêbûne. Me hêz neşandiye welatekî cîran û me xak dagîr nekiriye heta ku îro em vekişin her weha em nebûn piştevanê terorîstan da ku gelekî cîran bikujin, divê em li sedemên têkçûna peywendiyan vegerin û wan sedeman ji nav bibin, pişt re çareserî hebin.

Rêjîm û Turkiyê li ser rûbirûbûna terorê hevnerîn in 

Serokê rêjîma Sûrî got jî: Me hin daxwaz hene lê ne şer û merc in û mafên me ne ew jî vekişan e, em dest ji mafên xwe bernadin û em ji kesekî naxwazin dest ji mafên xwe berde, mijarên ku Turkiyê her dem behs dike mijara penaber û rûbirûbûna terorê ye, li ba me mijara vekişana ji xaka me ye û rûbirûbûna terorê ye, ez bawer im tu pirsgrêk di van her 4 mijaran de tune ye, eger niyaz pak bin.

"Divê serweriya Sûriyê parstî be"

Esed tekez kir: Daxuyaniyên ku ji hin berpirsên Turkiyê derdikevin û dibêjin ku Sûriyê dibêje eger vekişan çê nebe hevdîtin nayên encamdan ev yek ne rast e, em li gel vê mijarê bi şêweyekî rasteqîne kar dikin.

Serokê rêjîma Sûrî da diyarkirin: Ya girîn armancên zelan hebin û çawa ber bi aramcan ve biçin û her gavek were avêtin divê bingeha wê, pîvana wê û sînorê wê berçavgirtina serweriya Sûriyê be û parastî be.