Embareke çekan li Efrînê teqiya: Çekdarek hat kuştin
Welat TV - Hewlêr
Teqîneke bihêz navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê hejand.
Li gorî zanyariyan teqîn li ser rêya Keferşîlê rû da, tê de çekdarek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Ji aliyê xwe jêderke taybet ji Welat TV re tekez kir ku embareke teqemaniyan a çekdarên "Mihemed Fatih" ku grûpeke "Artêşa Niştîmanî" ya Oposizyona Sûrî ye teqiyaye.
Jêderê got: Di encama wê teqînê de çekdarek hat kuştin û yek jî birîndar bû û tu ziyan negihişt sivîlan.
Di 21ê Tebaxê , li kolana Servîs a taxa Eşrefiyê ya Efrînê teqîneke rû da , di encama wê teqînê de welatiyekî Kurd birîndar bûbû.