Zêdetirî 1000 koçberî bûne qurbanî di Deryaya Spî de

Zêdetirî 1000 koçberî bûne qurbanî di Deryaya Spî de

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Koçberiyê ya Navdewletî (IOM) ragihand ku zêdetirî 1000 kesî bûne qurbaniyên rêya koçberiyê di Deryaya Spî de.

(IOM) da zanîn ku ji destpêka 2014an ve ta 17ê Tebaxê 421 koçberan canên xwe di Deryaya Spî de ji dest dane û çarenivîsa 603an jî ne diyar e.

Rêxistinê amaje kir ku di wê heyamê de 13763 koçber (12220 mêr, 947 jin, 460 zarokî û 136 kesên ku tu hergulî li ser wan tune ne) bo Lîbiya hatine vegerandin.

*30 kesî canên xwe ji dest dane

Rêxistina Koçberiyê ya Navdewletî diyar kir ku Deryaya Spî metirsîtirîn rêya koçberiya neyasayî ye, ku ji 2014an ve ta 19ê Tebaxê zêdetirî 30 hezar koçberî tê de canên xwe ji dest dane, jê 23801 rewşên jiyanjidestdanê di navbera Lîbiya, Tonis û Ewropayê de hatine tomarkirin.

Di salên borî bi hezaran welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji ber nebûna aramî û ewlehiyê bi rêya Deryaya Spî berê xwe dan Ewropayê, di encamê de bi sedan kes canên xwe ji dest dan û çarenivîsa bi sedan jî ne diyar e.