Serok Mesûd Barzanî, Şah Ebdulahê Paşayê Urdunê wek dostekî nêzîk û bira bi nav dike
Welat TV – Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Çandiniya Şahnişîna Urdunê Xalid Hinîfat li Selahedîna Hewlêrê civiyan, û behsa dostaniya her du gelên Kurdistanê û Urdunê kir.
Li gorî Baregeha Barzanî: Di hevdîtinê de Wezîrê Çandiniya Urdinê silavên taybet ên Şah Ebdulahê Paşayê Urdunê bi Serok Barzanî gihand û got ku Paşa, gel û Hikûmeta Urdunê xwe bi dostê gelê Kurdistanê dizanin.
Her weha pesna pêşketinan kir ku ji bilî hebûna qeyran û astengiyên zêde di demeke kêm li Herêma Kurdistanê de pêk hatine û daxwaz kir ku peywendiyên her du aliyan bi taybetî di warê çandinî û avadankirinê de berfirehtir bibin.
Barzanî: Şah Ebdulahê dostekî nêzîk û bira min e
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî, Şah Ebdulahê Paşayê Urdunê wek dostekî nêzîk û bira bi nav kir û bal kişand ser wan peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê,de, û tekezî li ser berdewamî û bihêztirkirina wan peywendiyan kir.
Baregehê da zanîn: Rewşa siyasî û pirgirêk li ber aramiya navçeyê û Iraqê mijareke din ê hevdîtinê bû.