Çekdarên "Emşat" li Efrînê 10 darên xurman hilkirin û baceke nû sepand
Welat TV – Hewlêr
Çekdarên "Sultan Silêman Şah" ên bi "Emşat" naskirî ne li navçeya Şiyê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê 10 darên xurman ji kokê ve hilkirin.
Jêderekê ji Welat TV re îro 26ê Tebaxê got: Çekdarên Emşat 10 darên xurman ên welatiyên Kurdan li her du gundên Anqelê û Senarê ji kokê ve hilkirin.
Da zanîn ku ji gundê Senarê 6 dar hatin hilkirin û ji gundê Anqelê 4 dar in.
Jêderê behsa buheyê daran kir û got: Her darek bi 800 heta 1000 dolarên Emerîkî tê firotin.
Baceke nû
Ebû Mûaz El-Dixêm farmandarekî Emşat e li ser xwediyên guvajgehên zeytûnan li heman navçeyê geriya û baceke nû li ser wan sepand.
Jêderê da zanîn ku fermandarê navborî 2500 dolarên Emerîkî li ser xwediyên guvajgehan sepandin û gef li wan kir eger bacê nedin, dê rastî lêdan û eşkenceyê werin.
Jêdera taybet tekez kir: Beriya niha 1000 dolar li ser xwediyên guvajgehan sepandibû û ji wan standibû.
Emerîka "Emşat" siza kiriye
Di Tebaxa 2023yan de, Wezareta Gencîneya Emerîka siza li ser grûpên "Emşat" û "Hemzat" ên bi ser "Artêşa Niştîmanî" ya Sûrî ve, ji ber binpêkirinên wan dermafên mirovan de li Efrînê sepandin.