Ji ber lehiyan.. 138 kesan li Sûdanê canên xwe ji dest dan

Ji ber lehiyan.. 138 kesan li Sûdanê canên xwe ji dest dan

Welat TV - Hewlêr

Bi sedan kes di encama lehiyan de li hejmarek deverên Sûdanê canên xwe ji dest dan.

Wezareta tundirustiyê ya Sûdanê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku 138 kesan di encama lehiyan de li 10 bajaran canên xwe ji dest dane.

Îro li gund û bajarên Bakurê Sûdanê baraneke zêde bariya û lehî rabûn, tê de bi sedan avahî hilweşiyan û rê hatin girtin.

Di herdu rojên bûrî de jî, baraneke zêde li Rojhilatê Sûdanê bariya û lehî rabûn, di encamê de Bendava Erbe´at hilweşiya û bi dehan kes canên xwe ji dest dan.

*Hejmara qurbaniyan ne diyar e

Di vê derbarê de, Berdevkê Nivîsgeha Neteweyên Yekgirtî ji bo Hemahengiya Karûbarên Mirovan Jens Laerke got: “Em hejmara kesên ku li Erbe´at wenda bûne nizanin, gelekî zehmet e ku em zaniyariyan li wir bi dest bixin”.

Li herêma Darfûr jî, lehiyan rê li pêş alîkariyên mirovî yên Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ji bo deverê girt.

Li gorî amaran, di encama lehiyan de derdora 118 kesî derbider bûne, zêdetirî 300 kes rastî ziyanan hatine û çarenivîsa bi sedan ne diyar e.