"Tora Sûrî" banga serbestberdana rojnamevan Bekir El-Qasim dike
Welat TV - Hewlêr
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan girtina rojnamevan Bekir El-Qasim li bajarê Babê li gundewarê Helebê şermezar kir û banga serbestberdan wî kir.
Tora Sûrî di raportekê de îro diyar kir ku artêşa niştîmanî ya Opozisyona Sûrî rêbaza Rêjîma Sûrî dişopîne û welatiyan bê moletên dadgerî digre yan jî direvîne, her weha digre ser dezgehên ragihandinê.
"Metirsî li ser çarenivîsa wî heye"
Raportê diyar kir ku peywendî di navbera rojnamevan Bekir El-Qasim û malbata wî de hatine birîn, metirsiya êkencedanê û wendakirinê weke 85% ji girtiyan li Sûriyê, li ser wî heye.
Tora Sûrî banga serbestberdana Bekir kir, binpêkirinên dermafê rojnamevanan de şermezar kirin û daxwaza parastina wan li gor yasayên navdewletî kir.
Li gorî raportê, ”artêşa niştîmanî jîngeheke aram û serbixwe ji bo karê ragihandinê li deverên di bin kontirola xwe de peyda nekiriye û hejmarek bûyerên destdirêjiyê li dijî rojnamevanan hatin encamdan bê ku lêkolînên cidî derbarê wan de werin kirin û encam ji xelkê re werin diyarkirin”.
*Girtina El-Qasim
26ê Tebaxê, polîsên leşkerî rojnamevan Bekir El-Qasim û hevjîna wî Nebîha Taha dema ku ji kar vedigeriyan li bajarê Babê girtin, û dest danîn ser alavên wan.
*Nebîha Taha: Bekir bê sûc hatiye girtin
Derbarê girtina wan de, Nebîha Taha got: ”Hevjînê min bi Ajansa Anadol û Ajansa Frans Press (AFP) re kar dike, dema em ji kar vedigeriyan polîsên leşkerî û sîxorên Turkiyê em li Babê girtin, ez bo şaxê polîsên leşkerî li Babê birim û piştî 2 demjimêran ji ber fişara xelkê ez hatim berdan”.
Taha diyar kir ku hevjînê wê li cem sîxorên Turkiyê li Kilisê ye û tu zaniyarî derbarî çarenivîsa wî de tune ne. Tekez kir jî: “Bekir bê sûc hatiye girtin”.