Gundewarê Şamê... Eşkerekirina nasnameyên kûştiyên êrîşa Israîlî

Gundewarê Şamê... Eşkerekirina nasnameyên kûştiyên êrîşa Israîlî
Gundewarê Şamê... Eşkerekirina nasnameyên kûştiyên êrîşa Israîlî

Welat TV - Hewlêr

Nasnameya 4 kesên ku roja Çarşemê di encama êrîşeke Israîlî de li gundewarê Şamê, hatibûne kûştin, eşker bû.

Ajansa "Reuters" ji du jêderên ewlekarî veguhastiye, ku di encama armanckirina otombîlekê de li ser rêya Şam – Beyrûtê, "3 şervanên Filestînî û endamekî Hizbulaha Libnanî hatine kuştin".

*Yek ji wan berpirsekî diyar e

Artêşa Israîlî gotiye: "Di êrîşê de Faris Qasim berpirsê diyar di Tevgera Cîhada Islamî de ya ku Îran piştgiriya wê dike, hatiye kuştin".

Serbar kir: "Qasim berpirsê danîna pilanên operasiyonên li Sûriya û Libnanê bû".

Jêderên xwecihî roja Çarşemê dabû zanîn, ku "dironeke Israîlê bi mûşekekê otombîlek nêzêkî pira Zebedanî li ser rêya Şam – Beyrûtê armanc kir. Otombîl şewitî û kesên tê de hatin kuştin".

Ebdo El-Teqî, serokê encûmena bajarokê Dîmas got: "Li gor zaniyariyên destpêkî, 4 kes di otombîlê de bûn û hatine kuştin".