A kê ye?.. Ketina balafirekê li Dêra Zorê
Welat TV - Hewlêr
Balafirek li gundewarê Dêra Zorê kete xwar û ta niha zaniyariyên piştrastkirî li derbarê hûrguliyan tune ne.
Li gorî jêderên xwecihî, balafir roja Çarşemê, 28ê Tebaxê li nêzîkî bajarê "Mûhesen" ê di bin kontirola Rêjîma Sûrî û milîsên Îranî de, di nav zeviyeke çandiniyê de kete xwar.
Hin Jêderean daye zanîn: "Balafirvan ji aliyê hêzên Rêjîmê ve hatiye giritin".
*Perçên balafirê hatin dîtin
Çalakvan û malperên xwecihî vîdyoyek li ser torên civakî belav kiriye, û dibêjin ku Parçeyên balafirê "li navçeye Bûlêl hatine dîtin".
Tevî ku malper û ragihandina ser bi Rêjîmê ve gotiye ku "balafir ya hêzên Emerîkî ye, û balafirvan hatiye girtin", lê ta niha tiştekî piştrastkirî tune ye, û gelek hûrgulî derbarê ketina vê balafirê, ne zelal in.