Xêrxwaziya Barzanî alîkarî gihandin Kurdan li Libnanê

Welat TV – Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li welatê Libnanê alîkarî li ser Kurdan belav kirin.

Çalakvan Mistefa Şêxo îro 29ê Tebaxê ji Welat TV re got: Weke erkekî mirovî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Libnanê alîkarî li ser revenda Kurdî û penaberên Kurd belav kirin.

Şêxo da zanîn: Bi piştevaniya dezgehê û Komeleya Kurdî ya Libnanî alîkarî li ser malbatên hejar û kêm dahat ên li Libnanê dimînin belav kirin.

Rûpela fermî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî got: 1300 malbat ji van alîkariyan sûdmend bûn, her malbatek 50 dolarên Emerîkî jê re hatin pêşkêşkirin.

 

Komeleya Kurdî spasiya serok Barzanî dike

daxuyaniya Behaedîn Hesen, serokê Komeleya Kurdî ya Libnanî belav kir.

Hesen di daxuyaniya xwe de bixêrhatina dezgehê bo Libnanê kir û spasiya serok Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Hesen got: Hejarî di nav Kurdên Libnanê û penaberên Sûrî de gelek e, van alîkariyan sûd gihand wan, em bi hêvî ne proje û alîkarî ji Kurdên me re berdewam be.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke ne hikûmî ye, di warê mirovî de li Herêma Kurdistanê û derveyî wê kar dike, alîkariyan ji peneber, derbider û xwedanên pêdiviyên taybet re dabîn dike.