Li 3 gundên Efrînê 3 dolarên Emerîkî li ser her dareke zeytûnan hatin sepandin

Li 3 gundên Efrînê 3 dolarên Emerîkî li ser her dareke zeytûnan hatin sepandin
Gundê Kêla yê Efrînê

Welat TV – Hewlêr

Çekdarên "Sultan Silêman Şah", 3 gundên din li herêma Efrînê xistin bin destê xwe de û dest bi sepandina bacan kir.

Çekdarên Emşat 2 gund li navçeya Raco û gundek li navçeya Bilibilê kontirol kirin.

Jêderekê ji Welat TV re got: Çekdarên navborî her yek ji gundê Kêla li navçeya Bilbilê û her du gundên Zerka û Çobana yên navçeya Raco xistin bin destê xwe de.

Jêderê da zanîn: Çekdaran 3 dolarên Emerîkî ji ber her dareke zeytûnan li her sê gundên navborî li ser xwediyên wan ên li gund dijîn, sepandin.

Tekez kir: Mal û mulkên welatiyên koçberkirî bi temamî weke her gundekî din hatine desteserkirin.

Emşat di lîsteya sizayên Emerîka de ye

Her sê gund beriya niha di bin destê Feyleq El-Mecid de bûn, niha di bin destê Emşat de ne, her du grûp ên "Artêşa Niştîmanî" ya Oposizyona Sûrî ne.

Di Tebaxa 2023yan de, Wezareta Gencîneya Emerîka siza li ser grûpên "Emşat" û "Hemzat" ên "Artêşa Niştîmanî" ya Sûrî ve, ji ber binpêkirinên wan dermafê mirovan de li Efrînê sepandin.