Turkiya: Hebûna me li Sûriyê ji bo jinavbirina terorê ye
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê got ku serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan amade ye ji danûstandinan re li gel Rêjîma Sûrî, li ser hemû astan.
Li goî medyayên Turkî, ev daxuyanî di kongireke rojnamevanî de roja Înê, hatine.
*Hebûna Turkiyê Li Sûriyê
Wezaretê gotiye: "Helwêsta Turkiyê derbarê Sûriyê zelal e, û kar bi cidî li ser pêkanîna aramiyê û parastina sivîlan û jinavbirina terorê, dike".
Serbar kir: "Hebûna Turkiyê li Sûriyê dibe rêgir li pêşiya dabeşkirina xaka Sûriyê û avakirina korîdoreke terorî li wir".
*Esed: Daxwaza me ew e ku Turkiyê vekişe
Serokê Rêjîma Sûrî roja 25 Tebaxê, li pêş endamên perlemanê gotarek pêşkêş kir û got: "Daxwaza me ew e ku Turkiyê ji xaka me vekişe lê ev daxwaz ne şert û merc e ji bo encamdana hevdîtinan".
Esed ragihand: "Bi cidiyet û li gorî prensîp û berjewendiya welatê xwe, me serederî li gel destpêşxeriya vegeranidna peywendiyan li gel Turkiyê kiriye ku her yek ji Rûsiya, Îran û Iraqê destpêşxer bûn".
►Her weha bixwîne: Mercên Turkiyê ji bo asayîkirinê bi Rêjîmê re