Îmad Kakilo klîpeke nû belav kir
Welat TV - Hewlêr
Humermendê Rojavayê Kurdistanê Îmad kakilo kilîpeke nû li ser civaka Kurdî li Ewropayê belav kir.
Kilîp bi navê ”Şevbuhêrk” e, li ser êş û zehmetiyên civaka Kurdî li welatên Ewropayê radiweste.
Gotin û awazên stranê yên henermend Kakilo ne, kilîp li studyoya hunermend Zubêr Salih hatiye tomarkirin û li ser kenala Îmad Kakilo di ”Yuotube” de hatiye belavkirin.
Dîmenên kilîpê jî, li welatê Elmanya hatine kişandin, hejmarek Kurdên Rojavayê Kurdistanê tê de beşdar in.
*Min xwest ez pirsgirêkên civaka Kurdî nîşan bidim
Derbarê kilîpê de, Îmad Kakilo ji Welat TV re got: "Ji bilî gotin û awazên stranê, bîrokeya kilîpê jî ya min e, min xwest di kilîpê de nîşan bidim ku ez bi seredan vegeriyame Rojavayê Kurdistanê, dayika hevalekî min pirsa Kurdên li Ewropa dike, ez jî bi stranê bersivê didim".
Kakilo diyar kir ku wî xwestiye di vê kilîpê de, pisrsgirêk û rewşên xirab yên civaka Kurdî li Ewropayê nîşan bide, ji ber wê yekê wî bi tenê behsa rewşên xirab kiriye.
Beriya niha jî, Kakilo hejmarek kilîpên ku behsa pirsgirêkên civaka Kurdî û koçberiyê dikin, belav kirine.