Pedersen: Wendabûna neçarî li Sûriyê çîrokên tirajedîk li pey xwe hîştine

Pedersen: Wendabûna neçarî li Sûriyê çîrokên tirajedîk li pey xwe hîştine

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Neteweyên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Geir O. Pedersen di Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Wendabûna Neçarî de ragihand ku wendabûna neçarî li Sûriyê çîrokên tirajedîk li pey xwe hîştine.

Pedersen duh da zanîn: ”Di Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Wendabûna Neçarî de, ez banga proseyeke serbestberdanê ya berfireh bi taybetî serbestberdana zarok, jin û kesên bitemen dikim”.

Şandiyê Neteweyên Yekgirtî hemû alî han dan ku zaniyariyên derbarê wendabûyên neçarî li gel malbatên wan parve bikin.

Pedersen amaje kir ku wî hevdîtin li gel malbatên girtî û wendabûyan li Sûriyê li dar xistine ku çîrokên wan tirajedîk in.

Şandiyê Navdewletî tekezî li ser pabendiya xwe bi pêşxistina doseya wenabûyên neçarî kir û diyar kir ku dê bi hemû aliyan peywendîdar re têkliyan di vê derbarê de bike.

 

 

*Zêdetirî 113 hezar wendabûyî neçarî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de, girtin û windabûna neçarî ya nêzîkî 157634 kesan ji sala 2011an ve, belge kirine.

Li gorî raportê, ji Adara 2011an ve ta Tebaxa vê salê, 113218 kes bûne wendabûyên neçarî, di nav wan de 3129 zarok û 6712 jin hene.

Raportê got: "Rêjîm berpirs e di ber wendabûna neçarî ya 96321 kesî de, Rêxistina DAIŞê 8684 û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 2981.

Her weha Desteya Tehrîr El-Şam berpirs e di ber wendabûna neçarî ya 2246an de û grûpên çekdar ên Opozisyona Sûrî 574 kes.