Çiya û darên Efrînê tên şewitandin û birîn

Çiya û darên Efrînê tên şewitandin û birîn

Welat TV - Hewlêr

Careke din agir bi çiyayê gundên Maydana yên navçeya Raco li herêma Efrînê ket û ziyaneke mezin gihand darên zeytûnan û yên çiyayî.

Jêdereke taybet ji gundê Şingêlê îro 1ê Îlonê ji Welat TV re got: Agirekî mezin bi çiyayê Behîvê li gundê Şingêlê û gundên derdorê ket.

Di encama wî agirî de, darên zeytûnan ên nêzîkî wî çiyayî şewitîn û her weha ziyaneke mezin gihişt siruşta deverê.

Jêderê tekez kir: Erebên hawirde bi piştevaniya çekdarên Feyleq El-Şam ên ku destê xwe danîne ser 7 gundên Meydana, bi mebest agir vêdixînin.

Li gorî jêderê: Çekdar û Erebên hawide sûdê ji komir û êzingan dibînin, nexasim niha bazara êzingan germ bûye.

Çekdarekî "Sultan Murad" darên merxan dibire

Jêderên xwecihî belav kirin ku çekdarê di nava "Sultan Murad" de yê bi navê Şayîş Yûsiv Helaq li daristanên gundê Serê Kaniyê (Kefircenê hatiye terîbkirin), li navçeya Şera darên merxan dibire.

"Sultan Murad" û "Feleq El-Şam" her du grûpên "Artêşa Niştîmanî" ya Oposizyona Sûrî ne ku ji sala 2018an ve Efrînê û navçeyên wê ji destê "Rêveberiya Xweser" a PYDê derketiye û di bin destê wê artêşê de ye.