"Tora Sûrî": Zêdetirî 200 kesî di Tebaxê de li Sûriyê hatine girtin

Welat TV - Hewlêr

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku zêdetirî 200 sivîlî di Tebaxa bûrî de li seranserê Sûriyê hatine girtin.

Tora Sûrî îro da zanîn, herî kêm 214 kes di nav de 13 zarok û 7 jinan, li ser destên aliyên nakokdar li Sûriyê hatine girtin.

Raportê da zanîn: ”Ji hejmara ku hatiye belgekirin, 19 kes piştî dersînorkirina wan ji Libnanê ji aliyê Rêjîmê ve hatine girtin”.

*173 wendabûyên neçarî

Tora Sûrî diyar kir ku, 173 kes ji wan girtiyan hatine wendakirin (113 kes di nav de 3 zarok û jinekê li ser destên Rêjîma Sûrî, 46 sivîl di nav de 6 zarok û 5 jinan li ser destên grûpên çekdar ên Opozisyona Sûrî, 37 kes di nav de 4 zarok û jinekê li ser destên Hêzên Sûriya Demoqratîk û 18 jî li ser destên ”Desteya Tehrîr El-Şam” hatine wendakirin).

Raportê amaje kir ku doza girtî û wendabûyên neçarî, giringtirîn dozên mafnasî ye li Sûriyê, ku tu pêşketin tê de nehatiye encamdan.

Tora Sûrî banga avakirina komîteyeke bêalî ya Neteweyên Yekgirtî kir, da ku fişarê li ser hemû aliyên nakokdar li Sûriyê bike ji bo diyarkirina çarenivîsa girtî û wendabûyên neçarî û serbestberdana zarok, jin û kesên bitemen.