Zêdertirî 600 hezar hebên kaptagonê li deverên Opozisyona Sûrî hatin desteserkirin

Zêdertirî 600 hezar hebên kaptagonê li deverên Opozisyona Sûrî hatin desteserkirin

Welat TV - Hewlêr

“Artêşa Niştîmanî” ya Opozisyona Sûrî û Istixbaratên Turkiyê “MIT” dest danîn ser zêdetirî 600 hezar hebên kaptagonê li deverên di bin kontirola Opozisyona Sûrî de.

Ajansa “IHA” îro da zanîn: ”Encûmenên leşkerî li Girê Spî û Serê Kaniyê bi alîkariya Istixbaratên Turkiyê, 26 kes qaçaxçiyên madeyên hişbir di Tîrmeh û Tebaxê de girtin”.

Li gorî ajansê, “Wê hilmetê, tora qaçaxiyê ya ku li deveran di bin kontirola Artêşa Niştîmanî de li gundewarê Heleb, Efrîn, Girê spî û Serê Kaniyê kar dikir, ji nav bir”.

*Ji deverên Libnanê derbasî Sûriyê bûne

Ajansê amaje kir ku ew madeyên hişbir ji Libnannê derbasî deverên Rêjîma Sûrî bûne û bi rêya Hums – Reqayê gihiştine deverên Opozisyonê.

Diyar kir ku 621 hezar hebên Kaptagon, 50 kîlo heşîş û 208 giram ji madeya (Methamphetamine) di wê hilmetê de hatine desteserkirin.

Di salên bûrî Tutkiyê dest danî ser bi sedan kîlo madeyên hişbir, ku bi qaçaxî ji Sûriyê derbasî Turkiyê bûbûn.

*80 % ji Kaptagon li Sûriyê tê çêkirin

Torên girêdayî Rêjîma Sûrî, milîsên Îranî û ”Hizbulah” a Libnanî çêkirin û qaçaxiya madeyên hişbir li Sûriyê, Libnanê û deverê bi rê ve dibin.

Li gorî malpera El-Monitor a Emerîkî, "Derdora 80 % ji Kaptagona li cîhanê li Sûriyê tê çêkirin, serokê Rêjîma Sûrî Beşar Elesed bi alîkariya "Hizbûlah" a Libnanî û milîsên Îranê çêkirin û bazirganiya Kiptagonê bi rê ve dibin".