Li Cindirês û Şiyê sobe teqiyan: Zarokek bû qurbanî

Li Cindirês û Şiyê sobe teqiyan: Zarokek bû qurbanî
Ravîn Rifet

Welat TV – Hewlêr

Li gundekî navçeya Şiyê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, duh roja 14ê Berçileya 2023yan sobeyek teqiya tê de zarokeke 3 salî jiyana xwe ji dest da, di heman rojê de li bajarê Cindirêsê sobeyek teqiya, ziyanên madî mezin rû dan.

Jêdera Welat TV da dayarkirin: "Ravîn Rifet zaroka kurd a 3 salî, di encama teqîna sobeyekê de, li gundê Anqelê jiyana xwe ji dest da, û mala wê bi temamî şewitî".

Tîma Berevaniya Sivîl Kumspî li ser rûpela xwe li torên civakî "Facebook" da zanîn: "Tîmên me karîbûn agirê vemirînin, û nehêlbin ziyanên canî zêdetir bikevin".

Li bajarê Cindirêsê, çalakvan Ebû Şam ragihand ji ber xerabûna kwalîtiya mazotê, sobeyek teqiyaye, ziyan bi tenê madî bûn.

Tîma Berevaniya Sivîl daya xuyakirin: "Ji destpêka sala 2023yan de, 2449 agir li gund, bajarok û bajarên Bakur Rojavayê Sûriyê, vemirandine, 18 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 13 ji wan zarok in, û 2 jin in, her weha 105 sivîlan birîndar bûne, 28 zarok in û 28 jin in".