Opozisyona Sûrî: Vekirina Ebû Zindên ne girêdayî ye bi asayîkirinê ve

Opozisyona Sûrî: Vekirina Ebû Zindên ne girêdayî ye bi asayîkirinê ve
Civîneke Opozisyona Sûrî - Cinêv 2024

Welat TV - Hewlêr

Di civîneke berfireh de li Turkiyê, opozisyona Sûrî hejmarek dose gotûbêj kirin, di nav de doza vekirina Dergehê Ebû Zindên li gundewarê Helebê.

Her yek ji "Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Hevpeymaniya Niştîmanî, Desteya Danûstandkar, Encûmena Êl û Hozan û serkirdene Artêşa Niştîmanî" di civînê de amade bûn.

*Yekirina grûpên çekdar

Li gorî daxuyaniyekê ji Hikûmeta Demkî: "Ji bo bihêzkirina aramî û ewlehiyê li navçeyên di bin kontrola opozisyonê de, beşdarbûyan li hev kir ku kar li ser yekirina grûpên çekdar di bin yek sîwanê de, berdewam be".

Got jî: "Beşdarbûyan tekezî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên di navbera Hevpeymaniya Niştîmanî û welatiyan de, kir".

*Dergehê Ebû Zindên

Di wê civînê de "giringiya Dergehê Ebû Zindên û bandora wî ya erênî li ser rewşa mirovî û aborî li navçeyê, hate gengeşekirin".

Daxuyaniyê serbar kir: "Beşdarbûyan tekez kir ku girêdana vî dergehî bi doseyên asayîkirinê bi Rêjîmê re tune ye, û gaveke ji bo başkirina rewşa jiyanê û asankirina tevgera bazirganî û mirovî li navçeyên opozisyonê".

*Nerazîbûn derketin

18ê Tebaxê, dergehê Ebû Zindên hate vekirin û hejmarek barhilgir ji deverên Opozisyonê derbasî deverên Rêjîmê bûn.

Welatiyan nerazîbûna xwe nîşan da û mangirtin li dar xist herweha dergeh du caran di heyama 24 demjimêran de hate topbarankirin.

►Her weha bixwîne: Dergehê Ebû Zindên hat armanckirin