Hêzên rêjîma Sûrî stranbêjekî Kurd li Helebê girt
Welat TV - Hewlêr
Hêzên rêjîma Sûrî stranbêjekî Kurd ê gelerî li taxa Şêx Meqsûda Helebê girt.
Tora Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku hêzên rêjîma Sûrî beriya heftiyekê stranbêj Hesen Mihemed li ser rêbendeke xwe li taxa Şêx Meqsûd bin çav kir.
Diyar kir: Heta niha çarenivîsa wî ne diyar e û tometa li ser hatiye girtin nehatiye eşkerekirin.
Torê tekez kir: Hêzên rêjîmê di girtina bêserber û binpêkirinên xwe dermafê sivîlan de û bi tometên dûr ji rastiyê berdewam in.
Tora Çavdêriyê Sûriyê dilgiran e
Tora Çavdêriya Sûriyê metirsî û dilgiraniya xwe ji çarenivîsa stranbêj Hesen Mihemed diyar kirin, û bang li Civaka Navdewletî kir ku xwe weke berpirs di ber parastina jiyana sivîlan de bibîne û tawanbaran siza bide û radestî dadperwiyê bike.
Torê her weha banga kir ku fişarekê li ser rêjîmê bike û sîonrekê ji binpêkirinan re deyne her weha çarenivîsa bi hezaran ji girtiyan diyar bike.
Ji aliyê xwe ve jêdereke taybet ji taxê ji Welat TV re got: Stranbêj Hesen Mihemed ji gundê Birkaşê yê navçeya Şera ya herêma Efrînê ye jidayîkbûna 1970 ye, li taxa Şêx Meqsûd niştecî ye, ji roja Duşema bûrî ve girtî ye.