Endezyarekî Dirbêsiyê di deryara spî de bin av bû
Welat TV – Hewlêr
Endezyarekî bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê di Deryara Spî de bin av bû û jiyana xwe ji dest da.
Jêderên xwecihî îro 6ê Îlonê dane zanîn ku endezyar Hîlal Şîşe li beravên Îtaliya bin av bû û jiyana xwe ji dest da.
Jêderan tekez kirin ku ji Lîbiya berê xwe li gel hejmareke koçberan dabû Îtaliya da ku xwe bigihîne welatekî Ewrpoayê.
Beriya niha Berdevka Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a Netewên Yekgirtî li Îtaliya, Chiara Cardoletti gotibû: Ji ber wergerana belema wan, 20 koçer li Deryaya Spî nêzîkî girava Lambîdosa ya Îtaliya bin av bûne wenda ne.
Da zanîn: Tîmen wan karîbûn 7 ji wan koçberan rizgar bikin lê rewşa wan a tendirustî zehmet e.
Ji aliyê xwe jêderên medyayî yên Îtalî tekez kirin, 7 koçberên ku hatine rizgarkirin Sûrî ne. Belema wan ji Lîbiya derketibû 28 koçber li ser bûn, di nava wendabûyan de 3 zarok jî hene.