HRW: Zarokên Sûrî li Libnanê ji xwendinê bêpar dimînin

HRW: Zarokên Sûrî li Libnanê ji xwendinê bêpar dimînin

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihand ku desthilatên Libnanê hewla sepandina rêkarên nijetperestî li dijî penaberên Sûrî didin.

HRW di raporteke bi navê ”Xwendina zarokên penaber li Libnanê ji siyasetê dûr bixin” de got: ”Desthilatên xwecihî û siyasetmedarên Libnanê hewl didin ku rêkarên nijetperestî bisepînin, ev yek jî bûye sedema bêparbûna bi hezaran zarokên Sûrî ji xwendinê”.

Tîrmeha Bûrî, şarederiyên Libnanê, hejmarek rêkarên girêdayî xwendina zarokên Sûrî li Libnanê ragihandin, yek ji wan rêkaran: ”Penaberên ku kartên wan ên neştecîbûnê tune bin, nikarin zarokên xwe li dibistanên Libnanê tomar bikin”.

Beriya niha jî, desthilatên Libnanî hejmarek rêkar li dijî penaberên Sûrî ragihandin, li gorî wan rêkaran, penaberên Sûrî nikarin malan kirê bikin yan jî dukanan vekin serbarî dersînorkirina wan.