AKP: Dema hevdîtina Erdogan û Esed ne diyar e
Welat TV - Hewlêr
Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê ya desthilatdar li Turkiyê (AKP) Umer Çelik ragihand ku dema hevîtina çavrêkirî navbera Erdogan û Esed ne diyar e.
Umer Çelik di hevdîtinekê de li gel Rojnameya (Haber Turk) got: ”Zehmet e ku lîsteyeke demî ji bo hevdîtina Erdogan û Esed were pêşbînîkirin”.
* Em di qonaxa yekem de ne
Çelik da zanîn: ”Pilaneke li ser 3 qonaxan derbarê Sûriyê heye, di destpêkê de, dê Alavên Istixbaratan doseyên ewlehî bişopînin, pişt re qonaxa ku civînên Wezîrên Derve û Berevaniyê li xwe digre, destpê dike”.
Berdeckê AKPê amaje kir ku, danûstandinên herdu aliyan hîn di çarçoveya hevdîtinên Istxbaratan de ne: ”Em hîn di qonaxa yekem de ne”.
* Nîşanên hevîtinên lser asta serokan tune ne
Çarşema bûrî, Kenala El-Meyadîn a nêzîk Rêjîma Sûrî ragihand ku, nîşanên lidarxistina hevdîtinan li ser asta wezîr û serokan di navbera Rêjîma Sûrî û Turkiyê de tune ne.
Beriya niha, serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed, di gotarekê de li pêş Perlemana Rêjîmê da zanîn: Daxwaza me ew e ku Turkiyê ji xaka me vekişe lê ne şert û merc e.
►Her weha bixwîne: Rêkeftina Edenê li ser lîsteya hevdîtinên Rêjîm û Turkiyê ye