Hesekê.. YJK-Sê pêwîstiyên xwendinê pêşkêşî xwendevanan kirin

Welat TV - Hewlêr

Şaxê Hesekê yê Yekîtiya Jinên Kurdistan - Sûriyê (YJK-S) bi bûneya destpêkirina sala xwendinê ya nû li Rojavayê Kurdistanê, ahengek ji xwendevanên qonaxa seretayî re li dar xist.

Şeva bûrî, YJK-Sê ahengek ji xwendevanên qonaxa seretayî re li navenda xwe li bajarê Hesekê li dar xist, tê de bi dehan xwendevan li gel malbatên xwe beşdar bûn.

Di ahengê de, Yekîtiya Jinan pênûs û lênûsan li ser xwendevanan belav kirin û çalakî ji bo dilxweşkirina wan li dar xistin.

* Me xwest alîkariya xwendevanan bikin

Derbarê ahengê de, Berpirsa Şaxê Hesekê yê YJK-Sê Bêrîvan Hiso ji Welat TV re got: ”Em bi vê çalakiyê rabûn, ji ber ku sala nû ya xwendinê nêzîk bûye û pêwîstiya zarokan bi pênûs û lênûsan heye, rewşa xelkê xerab e, me xwest em bi rêya vê çalakiyê alîkariya wan bikin”.