Piranî Sûrî ne.. 11 penaber bûne qurbaniyên binavbûna belemekê li Lîbiyayê

Piranî Sûrî ne.. 11 penaber bûne qurbaniyên binavbûna belemekê li Lîbiyayê
Piranî Sûrî ne.. 11 penaber bûne qurbaniyên binavbûna belemekê li Lîbiyayê

Welat TV - Hewlêr

Li peravên Lîbiyayê belemeke ku piraniya penaberên tê de Sûrî bûn, binav bû.

11 penaber (9 ji wan Sûrî ne) beriya 5 rojan bi belemekê ji bajarê Sebrata yê Lîbiyayê berev Îtaliyayê diçûn. Bilindbûna pêlan bû sedema binavbûna belemê.

*Hûrgulî

Penaberekî rizgarbûyî ji malpera "Ehrar Horan" re gotiye: "5 ji wan penaberan ji Derayê bûn û hin ji Şamê".

Serbar kir: "Roja 4ê Êlûnê em ji Lîbiyayê derketin. Pêleke bilind li belemê xist û binav kir".

Da zanîn jî: "Du rojan min û 3 kesên din melevanî kir, piştre zêrevanên peravê yên Lîbî em rizgar kirin û birin nexweşxaneyê".

Ta niha çarenivîsa 7 penaberên din ên ku di wê belemê de bûn, ne diyar e.

Rêxistina Koçberiyê ya Navdewletî di dawiya Tebaxa Bûrî de ragihand, ku zêdetirî 1000 kesî bûne qurbaniyên rêya koçberiyê di Deryaya Spî de.

(IOM) da zanîn ku ji destpêka 2014an ve ta 17ê Tebaxa 2024an, çarenivîsa 603 koçberan ne diyar e.