Di bûyerên binavbûne de.. 96 kesan li deverên Rêjîmê canên xwe ji dest dane
Welat TV – Hewlêr
Ji destpêka 2024an ve ta dawiya meha Tebaxê, 96 kesan di bûyerên binavbûnê li deverên di bin kontirola Rêjîma Sûrî de canên xwe ji dest dane.
Li gorî Desteya Pizîşkên Dadwerî ya Rêjîma Sûrî, ji destpêka salê ve ta 31ê Tebaxê, 96 kesan di bûyerên binavbûnê de li deverên di bin kontirola Rêjîmê de canên xwe ji dest dane.
Desteyê da zanîn jî: ”Rêjeya bûyerên binavbûnê li parêzgeha Helebê ya herî bilind bû (28 kes) û rêjeya herî kêm li parêzgeha Şamê hatiye tomarkirin”.
- Gundewarê Şamê: 16 kes (10 mêr, 6 jin).
- Hums: 10 kes (8 mêr, 2jin).
- Hema: 16 kes (9 mêr, 7 jin).
- Tertûs: 11 kes (10 mêr, 1 jin).
- Lazqiyê: 10 kes (7 mêr, 2 jin).
- Quneytera: 2 mêr.
- Hesekê: 1 mêr.
- Siwêda: 1 mêr.
Di werzê Havînê de, hevdemê bilindbûna pileyên germê, xelk berê xwe dide melevaniyê, ev yek jî bûye sedema bilindbûna rêjeya rewşên binavbûnê.