Zêr li Rojavayê Kurdistanê buha bûye

Zêr li Rojavayê Kurdistanê buha bûye
Zêr giran dibe

Welat TV – Hewlêr

Daketina nirxê lîreya sûrî li hember dolarê emerîkî barê welatiyan girantir kiriye, her tişt pê re buha bûye, nexasim nirxê zêr.

Îro 15ê Berçileya 2023yan, li bazarên Rojavayê Kurdistanê, nirxê yek gramê zêr 21 bi 831500 hezar lîreyên sûrî ye, her weha dolar kirîn bi 14400 ye firotin bi 14500 ye.

Jêderên xwecihî ji Rojavayê Kurdistanê dane zanîn ku nirxê yek euro, kirîn 15650 ye, firotin bi 15800 lîreyên sûrî ye.

Ji destpêka şerê Sûriyê sala 2011an ve, roj bi roj nirxê lîreya sûrî li hembar diravê biyanî dadikeve, pê re kelûpel û kersteyên cuda cuda buha dibin, bandoreke aborî nêrînî li ser jiyana welatiyan kiriye.