Minbic.. Şer û pevçûn di navbera HSD û grûpên çekdar de derketin
Welat TV - Hewlêr
Şer û pevçûn li gundewarê Minbicê di navbera çekdarên Opozisyona Sûriyê û HSDê de derketin.
Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi HSDê ve ragihand, ku "derengiya şeva bûrî grûpên çekdar hewl da derbasî gundê Um Celûd li rojavayê gundewarê Minbicê bibin. Şer û pevçûn di navbera wan çekdaran û HSDê de derketin. Di encamê de çekdar ji wê navçeyê vekişiyan".
*"2 çekdarên Rêjîmê birîndar bûn"
HSDê got: "Hevdemê hewla derbasbûna grûpên çekdar, hêzên Turkiyê bi 11 topan gundê Elcat li bakurê rojhilatê Minbicê armanc kir".
"Her weha droneke Turkiyê jî, xaleke hêzên Rêjîma Sûrî bombebaran kir û di encamê de 62 leşkerên Rêjîmê birîndar bûn".
Roja 7ê Êlûnê grûpên çekdar bi topxaneya giran gundê Eltoxar li gundewarê Minbicê armanc kir bê ku ziyanên canî werin tomarkirin.