Hesekê.. Agir bi navendeke niştecîbûna derbiderên Serê Kaniyê ket

Hesekê.. Agir bi navendeke niştecîbûna derbiderên Serê Kaniyê ket
Hesekê.. Agir bi navendeke niştecîbûna derbiderên Serê Kaniyê ket

Welat TV - Hewlêr

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, agir bi navendeke niştecîbûna derbiderên ji Serê Kaniyê ket û rewşên xeniqînê hatine tomarkirin.

Jêderên xwecihî da zanîn, ku nîvroya îro 11ê Êlûnê, agir bi dibistanekê li taxa Salihiyê ket: "Derbiderên Serê Kaniyê tê de niştecî ne". 

Got jî: "Bi sedema kişandina dûmanê, rewşa tenduristî ya hejmarek kes têk çû û niha li nexweşxaneyên bajêr çareseriyê werdigirin".

*Sedema agir Papor e

Ji aliyê xwe ve, tîma vemirandinê li Hesekê ragihand ku "agir hate kontrolkirin û vemirandin".

Tîmê diyar kir: "Sedema pêketina agir, teqîna paporeke gazê bû".
 

Roja Duşemê, agir bi kargeheke petrolê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ketibû, di encamê de ziyanên canî û madî hatin tomarkirin.