Serokê Herêma Kurdistanê û şanda Brîtanî: Hîn metirsiya DAIŞê heye û gefê li aramiya deverê dike

Serokê Herêma Kurdistanê û şanda Brîtanî: Hîn metirsiya DAIŞê heye û gefê li aramiya deverê dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Bilind ê Wezarata Berevaniya Brîtaniya li Rojhilata Navîn Edward Ahlgren û şandeke pê re civiyan.

Malpera Fermî ya serokê Herêmê îro 11ê Îlonê ragihand: Di civînê de behsa dawîn pêşhateyên tevger û kiryarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê û rûbirûbûna wê kir, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku hîn metirsiya DAIŞ heye û gefê li aramî û seqamgîriya deverê dike.

Daxuyaniyê da zanîn jî: Her du aliyan tekezî li ser hevkarî û hemahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna DAIŞê kir. Her weha behsa pêşeroja erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Di civînê de Konsulê Giştî yê Braîtaniya li Herêma Kurdistnê jî amade bû, ji bilî mijarên navbûrî, pêşhateyên dawiyê li Rojhilata Navîn û girîngiya parastina ewlekariya deverê hat behskirin.