El-Miqdad: Divê hêzên Turkiyê ji Sûriyê vekşin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Rêjîma Sûrî Dr. Fêsel El-Miqdad ragihand ku, vekşana hêzên Turkiyê ji xaka Sûriyê bingeh e ji bo başkirina peywendiyan.
El-Miqdad roja 9ê Êlûnê ji malpera RT re da zanîn ku, ji bo avêtina gavên nû di warê hemahengiyê navbera Sûriyê û Turkiyê de, divê Turkiyê hêzên xwe ji xaka Sûriyê vekîşne.
Wezîrê Derve yê Rêjîmê diyar kir ku, di destpêka vê sedsaliyê de, peywendiyên stratejîk yên baş di navbera Sûriyê û Turkiyê de hebûn, lê Turkiyê hêzên xwe li Bakurê Sûriyê belav kirin û leşkergeh ava kirin.
El-Miqdad got: “Ji berjewendiya gelên Sûriyê û Turkiyê ye, ku peywendiyên asayî di navbera herdu welatan de hebin, ji bo rûbirûbûna astengiyan”.
4ê Êlûnê, Kenala El-Meyadîn li ser zarê jêderên Sûrî ragihand ku, ta niha tu gerentî derbarê vekşana hêzên Turkiyê ji Bakurê Sûriyê, tune ne.
7ê Êlûnê jî, Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê ya desthilatdar li Turkiyê (AKP) Umer Çelik di hevdîtinekê de li gel Rojnameya (Haber Turk) got: ”Zehmet e ku lîsteyeke demî ji bo hevdîtina Erdogan û Esed were pêşbînîkirin”.
►Her weha bixwîne: Beşar Esed: Daxwaza me ew e ku Turkiyê vekişe