Finlenda dubare sînor girt.. Di du rojan de 355 penexwaz derbas bûn

Finlenda dubare sînor girt.. Di du rojan de 355 penexwaz derbas bûn
Sînorê Rûsiya - Finlenda

Welat TV - Hewlêr

Piştî derbasbûna zêdetirî 355 penaxwazan ji Rûsyayê, welatê Finlenda sînorê xwe bi Rûsya re bo heyama mehekê careke din girt.

Pêncşema borî Finlenda creke din du dergehên sînorî bi Rûsiya re piştî girtina du hefteyan, vekirin, lê duh ji ber tevgera penexwazan, her du dergeh dubare girtin.

Li gorî hikûmeta Finlendî ragihandî, 155 penexwaz pêncçema borî gihiştin Finlenda, 200 jî duh beriya ku dergeh dubare were girtin, gihiştin.

Her weha, di meha borî de, derdora 900 penexwazî ji welatên wek Sûriya, Somal, Sûdan, Elyemen, Elmexrib û Pakistanê gihştin Finlenda.

Di vê derbarê de, Finlenda diyar kiribû ku vikirina sînor li pêş penexwazan ji aliyê Rûsiya ve, weke karvedan e li ser zêdekirina hemahingiya bervaniyê di navbera Finlenfa û Emerîka de.