Rojhilata Navîn.. Emerîka hilgireke balafiran kişand
Welat TV - Hewlêr
Emerîka yek ji her du hilgirên balafirên xwe yên ku li Rojhilata Navîn dimînin kişand.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Emerîka "Pentagon" Pat Ryder da zanîn, ku "Pêncşemê 12 Êlûnê Balafirhilgira wan a bi navê USS Theodore Roosevelt erkê xwe li Rojhilata Navîn bi dawî anî û vegeriya cihê karê xwe li navbera her du zeryayên Hindî û Hadî".
*Gefên Îranê
Ryder diyar kir, ku "hîna Balefirhilgira wan ya USS Abraham Lincoln û 2 gemiyên cengî li gel yekîneyeke leşkerên deriyayê li Rojhilata Navîn li ser erkê xwe ne".
Berdevkê Pentagonê tekez kir: "Em gefên Îranê bi encamdana êrîşan li dijî Israîlê, berçav digrin".
Di 2yê Tebaxê de Balafirhilgir USS Theodore Roosevelt bi armanca rêgiriyê li êrîşên pêşbînkirî yên Îranê li dijî Israîlê, gihiştibû Rojhilata Navîn.
Di 25ê Tebaxê de û piştî êrîşa "Hizbullah a Libnanî" bi mûşek û dronan li ser Israîlê, Wezîrê Berevaniyê yê Emerîka erkê Balafirhilgira USS Theodore Roosevelt li navçeyê bo dema 3 hefteyên dirêj kir.
►Her weha bixwîne: Balafirên F22 Raptor yên Emerîkî gihîştin Rojhilata Navîn