Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî yekem vaksîn li dijî Mîkitoka Meymûnan radighîne

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî yekem vaksîn li dijî Mîkitoka Meymûnan radighîne

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî yekem vaksîna bawerpêkirî li dijî Mîkitoka Meymûnan, ragihand.

Piştî belavbûna metirsiya Mîktoka Meymûnan li cîhanê, Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî vaksîneke taybet li dijî mîktokan Meymûnan bi navê MVA-BN li dijî Mîktoka ji kesên jor 18 salî re, ragihand.

Li gorî Rêxistinê, ev vaksîn du caran tê wergirtin, di navbera her carekê de 4 hefte hene.

Rêxistinê amaje kir ku ev vaksîn giring e ji bo rûbirûbûna Mîkitoka Meymûnan, ji ber wê yekê divê perpêdan ji bo zêdekirina berhmhênanê hebe.

*524 kesan canên xwe ji dest dane

Ji destpêka salê ve, 14000 rewşên pêketina Mîkitoka Meymûnan hatine tomarkirin, 524 kes jî ji ber wê nexwşiyê canên xwe ji dest dan, ev rêje jî berawerdî bi sala bûrî re bilind e.

*Mîkitoka Meymunan

Navê Zanistî yê vê petayê MPOX e. Yekem car li Cimhûriya Kongo sala 1970 derket.

Li gorî jêderên pizîşkî, nîşanên pêketinê ev in: "Bilindbûna germiya laş û serêş. Êşana masûlkeyan "Edelat".

Piştî ku mirov pê dikeve pirzik li ser laşê wî derdikevin. Metirsiya vê nexweşiyê bêtir li ser jinên ducanî û zarokan heye.

Piraniya pêketiyan di heyama çend hefteyan de jê baş dibin, û hinek rewş jî dijwar in û pêketî canên xwe ji dest didin.