Toreke Mirovî: ”Artêşa Niştîmanî” zarokek li Ezazê girt
Welat TV - Hewlêr
Tora Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku ”Artêşa Niştîmanî” ya Opozisyona Sûrî zarokek li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, girt.
Tora Çavdêriya Sûriyê îro di raportekê de ragihand ku grûpa bi navê Cebha El-Şamiya ya bi ser ”Artêşa Niştîmanî” ve, zarokê bi navê Mistefa Felah yê 15 salî roja 9ê Êlûnê li Ezazê, girt û çarenivîsa wî ne diyar e.
*Metirsî li ser Mistefa heye
Raportê diyar kir ku bavê Mistefa hişyarî ji derkirina wî bo deverên Rêjîma Sûrî, da.
Mistefa ji koçberkiriyên gundewarê Şamê ye, li gel malbata xwe li Ezazê dijî.
*Binpêkirina yasayên navdewletî
Tora Çavdêriya Sûriyê got: ”Li gorî raportan, Artêşa Niştîmanî di binpêkirinên li dijî sivîlan de berdewam e, sivîlan bi awayekî bêserûber û bi behaneyên dûr ji rastiyê digre, ev yek jî binpêkirin e ji yasayên navdewletî re bi taybetî biryarên 2139 û 2254”.
Raportê dilgiraniya xwe di derbarê çarenvîsa girtiyan de derbirand, û bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li ser ”Artêşa Niştîmanî” bike, ji bo rawestandina binpêkirinan û diyarkirina çarenivîsa bi sedan sivîlên di girtîgehan de.