Efrîn.. Darên çiyayî yên 3 gundan şewitîn

Efrîn.. Darên çiyayî yên 3 gundan şewitîn
Efrîn.. Darên çiyayî yên 3 gundan şewitîn

Welat TV - Hewlêr

Careke din agir bi darên merxan li sê gundên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ket.

Jêderên xwecihî ji Welat Tv re da zanîn, ku roja Înê agir bi darên merxan li her yek ji gundên "Bafelûn, Şingêl û Hec Hesna" ket. 

got jî: "Di encama wan agiran de, şînkayî û darên merxan şweitîn".

*Agir hatin vemirandin

Berevaniya Sivîl a Sûrî li ser "Facebook"ê ragihand ku "her sê agir hatine vemirandin".

li gorî daxuyaniyê, tîmên vemirandinê rastî astengiyan hatin: "Sirûşta navçeyê ya çiyayî û tundbûna bê, astengî durist kirin".

Ji destpêka sale ve, bi dehên şewatan li çiyayên Efrînê hatine tomarkirin.

Şewatan ziyaneke mezin gihandiye cotkaran, ku bi hezarên daran  di nav de yên zeytûnan şewitîne.

Welatî û cotkarên Efrînê dibêjin: "Şewat bi mebest in. Erebên hawirde û girûpên çekdar sûdê ji firotina komir û êzingan dibînin".

►Her weha bixwîne: Cotkarên navçeya Raco: 3200 darên me bi mebest hatine şewitandin